Balafirên bêpîlot ên Tirk pistî Kobanê li Qamislo jî êrîsî otomobîlekê kirin

22 August 2021 14:27 0 dîtin
Balafirên bêpîlot ên Tirk pistî Kobanê li Qamislo jî êrîsî otomobîlekê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê danê nîvro balafireke bêpîlot a Tirkiyê li gundê Hîmo yê girêdayê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê êrîşî otomobîlekê kir.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, balafira Tirkiyê otomobîlek li gundê Hîmo yê di navbera Qamişlo û Amûdê armanc kir ku heta niha ziyanên wê êrîşê nehatine zanîn.

Îro beriya nîvro jî balafireke bêmirov a artêşa Tirkiyê li gundê Sofyan yê li rojhilatê Kobanê otomobîlek armanc kiribû, lê ti ziyanên canî çênebûbûn.

Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de artêşa Tirkiyê êrîşên asmanî li ser deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya demokratîk (HSD) zêde kirine û di nav 2 rojên borî de ev êrîşa asmanî ya çaremîn e ku pêk tê.