Rojava | Pistî êrîsa balafira Tirk a li Qamislo banga qedexeya firînê hat kirin

10 November 2021 17:19 0 dîtin
Rojava | Pistî êrîsa balafira Tirk a li Qamislo banga qedexeya firînê hat kirin

PeyamaKurd – Piştî êrîşa bi balafirên bê pîlot ên Tirkiyê ya doh 9ê Mijdarê bi ser otomobîlekê li bajarê Qamişlo de ku 3 welatî hatin kuştin, Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek belav kir.

MSDê di daxuyaniyê de êrîşa li dijî malbata Gulo şermezar kir û derbarê wê êrîşê de wiha hat gotin: "Balafireke bêmirov erebeyeke ku 3 endamên ji malbateke Kurd malbata Gulo tê de bûn, bombebaran kir. Erebe li pêşiya mala wan li taxa ku sivîl tê de dijîn a li bajarê Qamişloyê hate bombebarankirin û di encama wê de yekser welatparêzê 80 salî Yûsif Gulo û neviyên wî Mihemed û Mezlûm Gulo şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji malbata her sê şehîdan re dixwazin. Em vî karê terorîst ê li dijî sivîlan şermezar dikin. Em binpêkirinên li ser xaka Sûriyê, hedefgirtina fermandarên Kurd û leşkerî ku destek didan şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê, şermezar dikin. Em bang li hemû hêzên nîştimanî dikin ku helwestên xwe li hember sûcên ku dewleta Tirk eşkere bikin û li hember gefên berfirehkirina dagirkeriya li Sûriyê bisekinin.”

MSDê di beşeke din a daxuyaniyê de ji bo qedexeya firînê ya ser Rojavayê Kurdistanê bang li civaka navdewletî kir û wiha pê de çû:

“Em bang li civata navneteweyî dikin ku qedexeya firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike. Em banga helwestên navneteweyî li hember sûc û binpêkirina peymanan, dikin. Ev yek diyar dike ku rêzdariyê nadin qanûnên navneteweyî. Em banga parastina aramiya herêmê dikin û ev yek bi rêya ferzkirina qedexeya firînê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin ku rastî xetereya rêxistinên terorîst wekî DAIŞ`ê û komên tundraw tê."