Mîna DAISê bi pisporên pûçkirina bombeyan de teqiya: 1 kustî, 2 birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Iraqê, karmendekî pisporê pûçkirina mînan ê rêxistina navdewletî MAGê, di encama teqîna bombeyeke bermahiyên DAIŞê de hat kuştin.
Jêderê ewlehiya Iraqê ragihandine ku li parêzgeha Nînewayê ji ber mayîneke DAIŞê, karmekdekî saziya navdewletî ya pûçkirina mînan MAG hate kuştin û 2 karmend jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku her sê pisporên pûçkirina mînan welatiyên Iraqê ne û dema mayînên DAIŞê yên li Tilefer a rojavayê Nînewayê bêbandor dikirin teqîn rû daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin