SOHR: Di kemîna DAISê de 5 çekdarên 'Dîfa El Wetenî' hatin kustin

15 December 2022 21:41 0 dîtin
SOHR: Di kemîna DAISê de 5 çekdarên 'Dîfa El Wetenî' hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê li ser rêya Eserêya-Reqa li çolistana Sûriyê kemîn danîne pêşiya wesayîta çekdarên milîsên girêdayî rejîma Sûriyê yên bi navê Dîfa El Wetenî.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) dema çekdarên DAIŞê kemîn danîne ber wan hêzên Sûrî pevçûn derketiye û 5 endamên “Dîfa El Wetenî” hatine kuştin.

SOHRê daye xuyakirin ku çekdarên DAIŞê pêşî bombeyek bi erebeya endamên “Dîfa El Wetenî” de teqandine û 3 kes hatine kuştin. Piştre jî şer derketiye û 2 endamên din ên “Dîfa El Wetenî” hatine kuştin.

SOHRê daye zanîn ku di encama êrîşên asmanî yên Rûsya û rejîma Sûriyê û êrîşên DAIŞê de ji destpêka îsal ve 408 kes li çolistana Sûriyê hatine kuştin. Ji wan 157 çekdarên DAIŞê, 247 leşkerên Sûrî û alîgirên wan û 4 kes jî welatîyên sivîl in.