Xaneqîn | Di kemîna DAISê de 5 çekdarên Hesda Seibî hatin kustin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 2yê Sibatê li devera Neftxane ya bajarokê Xaneqînê, hejmarek çekdarên Heşda Şeibî ketin kemîna çekdarên DAIŞê û hejmarek çekdar hatine kuştin.
Li gorî zanyariyên xwecihî yên destpêkê, 5 çekdarên Heşda Şeibî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin û şer berdewam dike.
Çavkaniyeke ewlehiyê ji Xaneqînê jî ragihandiye ku Lîwaya 20 a Heşda Şeibî ketiye kemîna çekdarên DAIŞê û 5 çekdar hatine kuştin.
Piştî bûyerê jî hêzeke mezin a artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ber bi cihê bûyerê bi rê ketine û şer û pevçûna bi çekdarên DAIŞê re berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin