DAISê li Xaneqînê êrîsî mîlîsên Hesda Seibî kirin: 2 çekdarên Hesda Seibî hatin kustin
PeyamaKurd - Terorîstên DAIŞê şeva borî, li gundê ser bi qeza Xaneqînê ve, êrîşî milîsên Şîe kirin û du çekdarên Heşdî Şeibî kuştin.
Li gor berpirsê lijneya Gulale yê PDKê Mehmûd Delo ragihand: ‘‘Çekdarên DAIŞê şeva borî nêzîk gundê Qaye ya ser bi Xaneqînê ve êrîşî milîsên Şîe kirin û du kes kuştin.’’
Herwiha Efserê Îstixbarata Polîsê Diyale Elî Heyder ragihand: ‘‘Îro termê du çekdarên Heşdî Şeibî bi axê hatin spartin. Yek ji kuştiyan navê wî Amir Xezricî ye ku berê endamê encûmena parêzgeha Diyale bû.’’
Şeva borî çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê, êrîşek li ser gundê Şîrîk a ser bi Xaneqînê pêk anîn û 3 leşkerên Iraqê birîndar bibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin