DAISê li Xaneqînê êrîsî Hesda Seibî kir: Kustî û birîndar hene

22 December 2019 12:35 0 dîtin
DAISê li Xaneqînê êrîsî Hesda Seibî kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî li sînorê bajarê Xaneqînê terorîstên DAIŞê êrîş birine ser hêzeke Heşdî Şeibî û di encamê de hejmarek çekdarên Heşdî Şeibî hatine kuştin û birîndar kirin.

Li gorî daxuyaniya Fermandarê lîwaya 110ê yê Heşdî Şeibî Ebu Muntezir êrîş şeva şemiyê çêbûye û çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîş kirine ser hêzên Heşdî Şebî yên li navçeya Îmam Weysî ya navbera Xaneqîn û Seidiyê de.

Hat diyarkirin ku Heşdî Şeibî bersiva êrîşa DAIŞê daye, lê çekdarekî Heşdî Şeibî hatiye kuştin û 3 çekdarên wan jî birîndar bûne.