DAISê li Xaneqînê êrîsî baregehek Iraqê û Hesda Seibî kir
PeyamaKurd - Li Xaneqînê DAIŞê êrîşî baregehek Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî kir, di encama wê êrîşê de serbazek hatiye kuştin û 4 serbaz jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyên ji Xaneqînê, şeva borî di derengiya şeve de çend çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Şêrk, êrîşî baregeha Fewca 2 ya Artêşa Iraqê kirine, şer çêbûye û di encama şer de serbazek bi navê Heyder Tahir Hesnawî hatiye kuştin û 4 serbazên din birîndar bûne.
Gundê Şêrk ser bi qezaya Xaneqînê ve ye û dikeve sêguşeya navbera Xaneqîn-Kokis-Gulaleyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin