Li Xaneqînê DAISê êrîsî hêzên Iraqê kir: 2 lesker hatin kustin
PeyamaKurd - Çekdarên DAIŞê li nêzîk gundê Şêrkî yê ser bi navçeya Xaneqînê êrîşî çepereke hêzên artêşa Iraqê kirin û 2 leşkerên Iraqê bi insane kuştin.
Berpirsê îstixbarata fewca yek a lîwaya sê ya bejayî ya artêşa Iraqê, Muqedem Ehmed Mistefa derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, êrîş şeva bihorî çê bûye û çekdaran bi nîşangiran êrîşa xwe dabûne destpêkirin.
Ehmed Mistefa diyar kiriye, di encama wê êrîşê de 2 serbazên Iraqê hatine kuştin, ku yek ji wan xelkê Bexdayê û yê din jî xelkê Beledrozê ye.
Wî rayedarê artêşa Iraqê amaje bi bihêzbûna DAIŞê di wan demên dawiyê de kir û got: Hêza DAIŞê zêde bûye, li Celewla, Xaneqîn û Qeretepeyê, êrîşî Pêşmerge, Asayiş, Artêş û Heşda Şeibî dikin.
Derbarê hejmara çekdarên DAIŞê li wan navçeyan de jî, berpirsê îstixbarata fewca yek a lîwaya sê ya bejayî ya artêşa Iraqê destnîşan kir: Hejmara çekdarên DAIŞê bi zelalî û diristî nayê zanîn, lê em piştrast in ku niha hejmara wan zêdeyî 40 çekdaran e û li derdora Xaneqîn û Gulaleyê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin