DAISê li Xaneqînê êrîsî Hesda Seibî kir: 3 birîndar…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî çekdarê DAIŞê li gundê Şefîq ê bajaroka Xaneqînê êrîşê Heşda Şeibî kir û di wî şerî de 3 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan di encama êrîşa DAIŞê ya bi ser xaleke leşkerî ya Heşda Şeibî de 3 milîşe birîndar bûne.
Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî piştî vê êrîşê birîndarên xwe rakirin nexweşxaneya Xaneqînê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demek e DAIŞ li herêmê ji nû ve xwe birêxistin dike û car caran jî êrîşî hêzên Iraqê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin