Mînên bermahiya DAISê teqiyan: 12 kustî, 12 birîndar

27 February 2023 20:50 0 dîtin
Mînên bermahiya DAISê teqiyan: 12 kustî, 12 birîndar

PeyamaKurd – Medya fermî ya rejîma Sûriyê ragihand ku di encama teqîna du mînên bermahiyên DAIŞê de, 12 kes hatine kuştin û 12 jî birîndar bûne.

Mîna yekem li gundê Mistrîha yê rojavayê Selemiyê ya Hemayê bi erebeyekê de teqiyaye û di encamê de 9 kesên di erebeyê de hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.

Herwiha li rojhilatê bajarê Selemiyê jî mîneke din a bermahiyên DAIŞê teqiya û di encamê de welatiyek hat kuştin û 10 welatî jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye, li gelek deverên Sûriyeyê hê jî bermahiyên şer hene, lê hikumeta Şamê wan bermahiyan ranake û bi teqînên wiha dibin sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan.

Li aliyê din piştî karesata erdhejê DAIŞê êrîşên xwe zêde kirine û li gorî SOHRê ji 10`ê Sibatê ve li çolistana Sûriyeyê di êrîşên DAIŞê de 90 kes hatine kuştin.