Silêmaniye | Ala DAISê hat daliqandin û bombeyek bi hêzên asayisê de teqiya

02 January 2021 16:01 0 dîtin
Silêmaniye | Ala DAISê hat daliqandin û bombeyek bi hêzên asayisê de teqiya

PeyamaKurd -   Li gundekî sînorê Seydsadiq ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, îro alayeke DAIŞê hat daliqandin û dema hêzên asayîşê hewl dan wê alê bînin xwarê, bombeyek bi wan de teqiya.

Li gor Qaymeqamê Seydsadiqê Diyarî Reqîq daye zanîn: ‘‘Îro li gundê Berdereşe yê sînorê qeza Seydsadiqê, alayeke terorîstên DAIŞê ji aliyê kesên nenas ve hatiye danîn.’’

Herwiha Diyarî Reqîq destnîşan kir, piştî hêzên asayîşê çûn navçeyê bo alayê deynin xwarê, bombeyeke vedayî ya di bin wê alê de teqiya û di encamê de du karmendên asayîşê birîndar bûn.

Qaymeqamê Seydsadiqê eşkere kir, heta niha tu kesek li ser danîna wê alê nehatiye girtin, lê hêzên ewlehiyê dest bi lêkolîna bûyerê kirine.