Efrîn | Çekdarên koma Ehrar el Serqiye 400 darên zeytûnan birîn

08 September 2022 10:29 0 dîtin
Efrîn | Çekdarên koma Ehrar el Serqiye 400 darên zeytûnan birîn

PeyamaKurd – Binpêkirinên li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Çekdarên koma Ehrar el Şerqiye ya ser bi Tirkiye ve, li taxa Mehmûdiye ya Efrînê, 400 darên zeytûnan birîn, hevdem dest danîn ser zeviyekî milkê Kurdekî gundê Kefir Şîlê, pişt re kirin pişkên xaniyan ji bo avakirinê û her pişkek bi 6 hezar dolaran firotin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, roja 7ê Êlûnê li taxa Mehmûdiye li bajarê Efrînê, çekdarên koma Ehrar el Şerqiye ya ser bi Tirkiye ve, 400 darên zeytûnan birrîn, hevdem dest danîn ser zeviyekî milkê Kurdekî gundê Kefir Şîlê, pişt re kirin pişkên xaniyan ji bo avakirinê û her pişkek bi 6 hezar dolar firotin. Heman komên çekdar bac ferz kirin ser cotkarên taxa Mehmûsiyê heta birrê wan bacan gihîşte 200 dolar ji bo serê her cotkarekî.

Herwiha hat zanîn, çekdarên “Atêşa Niştîmanî” ser bi Tirkiye ve, li taxa Eşrefiye li bajarê Efrînê, 2 malên ku dest danî bûn ser wan firotin, mala yekem bi 900 dolaran û ya din bi 750 dolaran ku xwediyên her du malan ji navçeyên Bilbilê û Mabatayê ne.

Herî dawî hat eşkerekirin ku 5ê Îlonê jî, li bajarê Efrînê çekdarekî koma Siltan Murad ser bi Tirkiye ve, maleke Kurdekî gundê Eyn Dare ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê bi 1500 dolaran firotibû, herwiha çekdarekî koma el-Hemze 3 xanî li taxa Eşrefiye li bajarê Efrînê bi 3 hezar dolar firotibûn.