Efrîn | 2 çekdarên Ehrar Serqiye bi êrîsa droneke nenas hatin kustin

12 July 2022 15:44 0 dîtin
Efrîn | 2 çekdarên Ehrar Serqiye bi êrîsa droneke nenas hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke bi droneke nenas 2 çekdarên girêdayî Tirkiyê li Efrînê hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyeke xwecihî ji Efrînê ragihandiye, îro 12ê Tîrmehê danê sibe Droneyeke nenas motorsîklêtek li geliyê Kêl Êhme yê di navbera gundê Xalta û Miskê de bombebaran kir û 2 çekdarên ji koma Ehrar El-Şerqiyê yên li ser wê motorsîklê bûn, hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku yek ji kesên kuştî navê wî Xalid Sibêh e û ji xelkê Dêrazorê ye.

28ê Hezîrana borî jî motorsîklêteke serkirdeyê El-Qaîde Ebû Hemze El-Yemenî li gundewarê Idlibê ji aliyê Droneyeke Hevpeymaniya Navdewletî ve hatibû hedef girtin û Yemenî di wê êrîşê de hatibû kuştin.