Efrîn | Çekdarên koma Siltan Murad 156 darzeytûnên 9 cotyarên Kurd birîn
PeyamaKurd – Çekdarên koma Siltan Murad bi fermandariya Ebû Elî Adî, ku xelkê Himsê ye, 156 darzeytûnên 9 cotyarên Kurd li Efrînê birîne.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, çekdarên koma Siltan Mûrad bi fermandariya Ebû Elî Adî, darzeytûnên li gundê Meydankê yê bajarê Efrînê, di meha befanbarê de birîne.
Li gor Rêxistina navborî:
156 darzeytûn li Meydankê hatine birîn
30 darzeytûnên Nûrî Mistefa Mîmê ne
25 darzeytûnên Elî Şêx Osman in
20 darzeytûnên Omer Şaban in
20 darzeytûnên Mihemed Elo ne
15 darzeytûnên Receb Şêx MIhemed in
15 darzeytûnên Mihemed Mistefa M'ne ne
13 darzeytûnên Selah Ibrahîm in
12 darzeytûnên Idrîs Şêx Osman in
6 darzeytûnên Mihemed Îbo ne

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin