Zarokekî 14 salî li navenda bazirganiyê xist, 2 kes mirin û 5 kes birîndar bûn

03 October 2023 21:41 0 dîtin
Zarokekî 14 salî li navenda bazirganiyê xist, 2 kes mirin û 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li payîtexta Taylandê li Bangkongê zarokekî 14 salî bi demançê li navenda bazirganiyê ya bi navê Siam Paragonê xist û di encamê de 2 kesan kuşt û 5 kesan birîndar kir. Li gor ragihandina Bangkok Postê; bi seeta Bangkongê seet di 16.40an de, êrîşker deh gula bera navendê da.

Polîs, seet di 17.10an de kesê êrîşker girt. Bûyer di dîmenên ku li ser medya civakî hatine belavkirin de xwuya dike.

Rêvebirên polîs radigihînin ku aqilê kesê 14 salî tevlihev xwuya dike û hinek deng tên wî ku jê re dibêjin; ‘mirovan bikuje’. Polîs her weha dibêje ku zarokê 14 salî berê li nexweşxanê tedawiya derûnî diye û nikare agahiyên zêdetir parve bike.

Kesên ku mirine yek ji wan jinekî 34 salî ye û Çînî ye. Jina dinê yeka ji Myanmarê ye.