Di ser erdheja ku navenda wê Meres bû 2 sal derbas bûn! Li 10 parêzgehan xistibû!

06 February 2025 09:41 0 dîtin
 Di ser erdheja ku navenda wê Meres bû 2 sal derbas bûn! Li 10 parêzgehan xistibû!

PeyamaKurd – Du sal berê di 6ê Sibatê de li Tirkiyeyê erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an ku navenda wê Mereşê bû û wek "felaketa sedsalê" hat binavkirin, çêbûn. Ji ber erdhejê li 11 parêzgehan wêranî çêbû. Ji ber erdheja ku rasterast tesîra xwe li nêzî 14 milyon welatiyan kir, li Tirkiyeyê di asta 4an de alîkariyên navneteweyî jî di nav da hat îlankirin û li seranserê welêt 7 roj şîna neteweyî hat îlankirin.

Di karesata sedsalê de ku li Hatay, Osmaniye, Adiyaman, Diyarbekir, Riha, Dîlok, Kilîs, Edene, Meletî û Elezîz û herwiha li Mereşê rû da, 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest dan û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.

Piştî erdheja ku Tirkiyeyê ji bo wê asta 4an hişyarî da, ji 93 welatan ekîbên lêgerîn û xelaskirinê yên navneteweyî tevlî xebatên herêmê bûn.

Yekemîn tîma alîkariyê ya ku ji welatekî din hat û beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bû, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû.

Erdhejên ku bi giştî 120 hezar kîlometreçargoşe rasterast bandor li 14 milyon welatiyan kir, li 11 parêzgeh, 124 navçe, 6 hezar û 929 gund û taxan wêraneke mezin pêk anî. Li tevahiya welêt 7 rojan şîna neteweyî hat ragihandin, li herêma erdhejê jî rewşa awarte hat îlankirin.

Li 39 hezar avahiyên ku di erdhejê de xisar dîtine, li 26 hezar û 32 avahiyên ku hat diyarkirin kesên sax tê de hene xebatên lêgerîn û xilaskirinê hatin kirin.