Li Perûyê banê navenda bazirganiyê roxiya: 3 kes mirin û 74 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li welatê Perûyê li bajarê Trujilloyê banê nevenda bazirganiyê ya bi navê Real Plaza roxiya an ku hilweşiya û di bûyerê de 3 kes mirin û 74 kes birîndar bûn. Xebata rizgarkirina kesên li navenda bazirganiyê bûn, dewam dike.
Tîmên îtfaiyê, polîs û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Sedema hilweşîna banê navendê nehat zanîn û li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.
Dibe ku di bin enqazê de gelek kes mabinû jimara miriyan zêdetir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin