Banê dêrê roxiya û 9 kes mirin 50 kes birîndar bûn

02 October 2023 21:42 0 dîtin
Banê dêrê roxiya û 9 kes mirin 50 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Meksîkayê li eyaleta Tamaulipasê di encama roxandina dêrekî de, 9 kes mirin û 50 kes birîndar bûn. Texmînî 30 kes di bin enqaza avahiya dêrê de mane. Xebata rizgarkirina kesên di bin enqazan de dewam dike.

Dema banê dêrê roxiya, di hundirê dêrê de ayîn dihat kirin. Polîsê eyaleta Tamaulipasê ragihand ku ji bo rizgarkirina kesên di bin enqazan de yekîneyên parastina netewî, Xaça Sor û seyên rizgarkirinê dixebitin.

Serpiskoposiya dêra Tampico Roma ya katolîk, Piskopos Jose Armando Alvarez, ji bo kesên di bûyerê de mexdûrin xwest ku dia bêkirin.