Êrîsa çekdarî li navenda bazirganiyê: Derdor veguherî qada ser!

13 April 2024 12:42 0 dîtin
Êrîsa çekdarî li navenda bazirganiyê: Derdor veguherî qada ser!

PeyamaKurd – Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê ji ber êrîşa li navenda bazirganiyê bi sedan kes hatin tehliyekirin.

Ji ber êrîşeke bi kêran û bi çekan bi sedan kes ji navendeke danûstendinê ya Sydney hatin derxistin.

Çapemeniya Awûstralyayê ragihand ku li navenda danûstendinê ya ku di dema bûyerê de qerebalix bû, operasyona polîsan hat kirin. Hin çavkaniyan diyar kirin ku ji avahiyê dengê çekan hatiye bihîstin.

Polîsan bûyera ku tê de gelek kes bi kêran û bi guleyan hatin gulebarankirin weke "doza giran" bi nav kir. Hat diyarkirin ku di bûyerê de mirî hene.

Heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn ka bûyer êrîşeke terorîstî ye yan na.

Di gelek hesabên medyaya civakî de dîmenên ku nîşan didin girse direve û ekîbên polêsan navenda danûstendinê dorpêç kirine hatin parvekirin.