Serokê oda bazirganiyê û sanayiyê yê Geverê Timur Sevi di êrîsa çekdarî de can da
PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê (Yüksekova) serokê oda bazirganiyê û sanayiyê (YÜTS0) di êrîşekî çekdarî de birîndar bû. Birîndariya wî di dema ji mala xwe derdiket, kesên çekdar lê xistin.
Sevi (53) yê xwediyê 5 zarokan piştî bi çekan lê dan ket erdê û êrîşker reviyan. Mirovên Sevi ew birin nexweşxana dewletê ya Geverê. Piştî 4 emeliyatan nema di ber xwe da û li nexweşxanê can da.
Li ser êrîşê heya niha kesekî xistine binçav. Polîs tedbîrên zêde girtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin