Îsraîlê li Beyrûtê 'navenda Fermandariyê' xist

20 October 2024 21:00 0 dîtin
Îsraîlê li Beyrûtê 'navenda Fermandariyê' xist

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku navenda îstîxbarata Hîzbullahê ya li Beyrûtê hatiye hedefgirtin, agahiya ku 3 rêvebirên Hîzbullahê hatine kuştin parve kir.

Îsraîl êrîşên xwe yên hewayî li Beyrûta paytexta Lubnanê didomîne.

Îsraîl ragihand ku di êrîşên xwe yên li ser herêma başûrê Beyrûtê ku avahiya Hizbullahê lê ye, "navenda fermandariyê" ya vê rêxistinê kiriye hedef.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di operasyonê da navenda navenda îstixbarata Hîzbullahê û febrîqeyeke veşartî ya çekan xistine.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê NNA ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de avahiyek apartmanê ya li nêzî mizgeft û nexweşxaneyekê li taxa Haret Hreîk hatiye xistin.