Îsraîlê bi sev li Beyrûtê xist!
PeyamaKurd – Îsraîlê bi şev li herêma Dahiye ya li başûrê Beyrûdê êrîşên esmanî pêk anî. Di encama êrîşê de teqînên dijwar çêbûn û dûman û şewat ji herêmê bilind bûn.
Teqîn piştî ku berdevkê artêşa Îsraîlî gefa êrîşa li ser hin xalên li başûrê Beyrûtê xwar, bi îdiaya ku ew ser bi Hizbullahê ne, pêk hat.
Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê Avichay Adraee beriya ku êrîş destpê bike di posta xwe de hişyarî da niştecihên taxa Burc el-Barajneh a li başûrê Îsraîlê.
Adraî diyar kir ku herêma ku tesîsên Hîzbullahê lê ne dê di demeke nêz da bibin hedef û divê herêm bê valakirin. Saetek piştî vê hişyariyê, bomberdûmana herêmê dest pê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin