Îsraîlê ji 4 aliyên cuda li Beyrûtê xist!

03 October 2024 08:45 0 dîtin
Îsraîlê ji 4 aliyên cuda li Beyrûtê xist!

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Îsraîlê bi şev 4 êrîşên esmanî birin ser Beyrûta paytexta Lubnanê ku 3 ji wan li başûrê Dahiyeyê bûn.

Îsraîlê bi 3 moşekan êrîşî herêma Muavvad û Taxa Amerîkayê ya li Dahiye ya başûrê Beyrûtê kir.

Piştî bombebaranê, dûmana gur a ku ji herêma ku êrîş lê pêk hatin bilind dibe, li esmanê paytext Beyrûtê qadeke berfireh girtiye.

Di êrîşeke din de, avahiyek li taxa Basûra li rojavayê Beyrûtê bû armanc.

Têkildarî êrîşên ku tê de birîndar hene, hê agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.

Ji aliyê din ve Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser platforma Xê de diyar kir ku artêşê li Beyrûtê li dijî hin hedefan "êrîşên hesas" pêk anîne.

Adraee diyar kir ku wê hûrgiliyên êrîşan piştre bên eşkerekirin.