Di sewata ji manqelê derket de zarokekî mir û kesekî birîndar bû
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Peyasê (Kayapınar) li taxa Gazilerê di apartmanekî de, di qata 7an de, êvarê dema malbatê manqela xwe vêxistin da ji xwe re xwarinê çêbikin, çirûskên agir bi banê xanî ketin û agir bi ban ket.
Dema agahiyan dan Îtfaiyê, tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê û agir vemirandin. Bebeka biçûk ya bi navê Asel Derin Şenel (9 mehî) û kesekî ku navê wî/wê nehat zanîn ji dûmanê bandora xwe girtin û wan birin nexweşxanê.
Ji ber bebek Asel Derin rewşa wê nebaş bû, li nexweşxanê can da. Cenazê wê ji bo otopsiyê birin morga nexweşxanê û polîs li ser şewatê dest bi lêpirsînê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin