Jimara candayiyên sewata li Çinar û Semrexê derket 14an
PeyamaKurd – Duhî li navça Şemrex a bi ser bajarê Mêrdînê û Çinar a bi ser Amedê de agir bi pirîzan ketibû ku di encamê de 12 kes miribûn, 500 mêşin telef bûbûn û di ser 70an de kes birîndar bûbûn. Rewşa birîndarên li nexweşxanê gelek xerab bû û niha jî xerabe.
Di şewatê de kesên bi navên Kerime Erdenli (55) û Fadıl Demir (57) ku di nexweşxanê de derman dibûn jiyana xwe ji dest dan. Navên kesên ji şewatê de berê jiyan axwe ji dest dabûn aşkera bû. Nav wehanin:
Şehmus Demir, Mazhar Demir, Taliha Demir, Nuri Demir, Rezan Yılmaz, Azad Yılmaz, Resul Yılmaz, Remzi Yılmaz, Abdurrahman Bugdayci, Ubeydullah Buğdaycı, İsmail Yardımcı û Sinan Deviren.
Ji birîndarên ku li nexweşxanêne rewşa çend kesan xerabe dibe ku jimara candayiyan zêdetir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin