Bîlançoya sewata Çinar û Semrexê hate askerekirin
PeyamaKurd - Bilançoya ziyana şewata Çinar û Şemrexê ya fermî hate aşkerekirin.
Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli bi sere hesabê xwe yê medyaya civakî Xê bîlançoya ziyana şewatê aşkere kir.
Li gorî amarên ku Yumakli eşkere kirine, bîlanço wiha ye:
Çinar
- 7 hezar û 900 dekar qada çandiniyê şewitiye ku ji vê qadê 6 hezar û 789 dekar qad pirêze ye. Hezar û 111 dekar jî zeviyên genim in ku hîn nehatibû çinîn.
- Traktorek û 14 sazgehên avdaniyê şewitî ne.
- Li gundê Tobiniyê 924 ajal mirine.
Şemrex
- 7 hezar dekar zeviyên çandiniyê şewitine, ji vê qadê 4 hezar dekar zeviyên genim in ku nehatibû çinîn. 3 hezar dekar jî pirêze bû.
- Gelek amûrên avdaniyê yên cotkaran ziyanê dîtin.
Şewata mezin
Di 20ê Pûşperê de, li zeviya di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke bu ji ber ba û bahozê mezin bû û li 8 gundan belav bû derketibû.
Di şewatê de 15 welatiyên bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dabûn û ziyaneke mezin a aborî pêk hatibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin