Jimara candayiyên sewata Çinar û Semrexê derket 12an
PeyamaKurd – Li navça Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê di şewata ku bi pirîzan ketibû û di encamê de 11 kes miribûn û jimara birîndaran ji 70an derbas bûbû, ji birîndaran rewşa gelek kesan baş nîn bû. Ji wan hinek kes entube û hinek ji wan di beşa hûrlênêrînê de bûn.
Wezîrê tendurtisyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku yek ji birîndaran jiyana xwe ji dest daye û jimara candayiyên şewatê gihaye 12an. Koca got:
“Ji birîndarên me 5 kes tedawî dibînin. Ji birîndarên me 5 kes li Amedê tedawî dibînin û 3 kes entube ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin