Ali Yerlikaya: “Jimara candayiyên me giha 5 kesan”

23 October 2024 22:36 0 dîtin
Ali Yerlikaya: “Jimara candayiyên me giha 5 kesan”

PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya ragihand ku jimara candayiyên rûdana ser TUSAŞê ya li Kahramankazan a Ankara gihaye 5 kesan. Li ser ku bûyer ji aliyê kî de hatiye kirin de Yerlikaya got:

“Bi îhtîmaleka mezin bi PKKê re têkildare. Şiroveya me ev e. Wexta tesbîta nasnameyam bikin û delîl zelal bibin, em ê bi raya giştî re parvebikin. 2 terorîst hatine kuştin, jimara birîndarên me 22 kesin. Şeklê êrîşê PKKê îşaret dike.”

Yerlikaya, ragihand ku bila ti kes bi agahiyên tevlihevî an ku supekulatîf baweriyê neyne. Di her agahiyekî nûh de wê agahiyan bi xelkê re parvebikin.