Soylu: Jimara candayiyên erdhejê gihaye 39.672an
PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku di erdheja navenda wê bajarê Maraşe û li bajarên din yên Entab, Urfa, Diyarbekir, Adana, Adiyaman, Osmaniye, Hatay, Kilis, Malatya û Xarpêtê (Elazığ) bûye sedema hilweşîna xaniyan, di erdhejê de bi temamî heya niha 39 hezar û 672 kes jiyana xwe ji dest dane. Soylu ragihandina xwe bi tevlîbûna tv ya CNN ê de ragihand. Soylu weha got:
“Di erdhejê de mijara yekem ew e ku mirov lêgerîn û rizgarkirina mirovan bike. Niha dikarim reqemekî bidim. Heya niha me di 20 hezar avahiyan de lêgerîn û rizgarkirinê kiriye. Heya niha di 82 hezar avahiyan de me tesbîta avahiyên xerabe, yên xesara mezin û yên ku bên hilweşandin kiriye. Lê bi van tesbîtan re jî 39.672 hemwelatiyên me can dane. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piraniya wan qediyaye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin