Di êrîsên li Kongoyê de jimara kustiyan gihaye 26 kesan

25 October 2023 21:59 0 dîtin
Di êrîsên li Kongoyê de jimara kustiyan gihaye 26 kesan

PeyamaKurd – Li Komara Kongo ya Demokratîk ya Afrîkayê li eyaleta bi navê Kivu ya bakûr, grûbekî ji Hêzên Demokratîk yên Hevkariyê (ADF) do êvarê êrîşê bir ser jîngeha Oicha û heya niha di êrîşan de 26 kes jiyana xwe ji dest dane. Ji kuştiyan 13 kes zarok in.

Piştî êrîşê hêzên dewletê yên ewlehiyê dest bi operasyonan kirin û xelk jî daket kolanan û dest bi kirina çalakiyan kirin.

Kongo 20 sale ku dibe seha êrîşa grûbên çekdar ku dixwazin kontrola madenên weka zêr û kobaltê bikin. Herêma ortê ya navbera Kongo, Rûanda, Brûnî û Bûrûndî daîma ciyê êrîşaye.