Li Trablûsa Lîbyayê jimara kustiyan derket 55an

16 August 2023 23:15 0 dîtin
Li Trablûsa Lîbyayê jimara kustiyan derket 55an

PeyamaKurd – Li payîtexta Lîbyayê li Trablûsê di navbera ‘rada’ ya ku bi serokatiya konseyê ve girêdaye û tûxaya 444an de şer dewam dike û jimara kuştiyan gihaye 55 kesî û ya birîndaran gihaye 146an. Li ser mijarê wezareta karên derve ya Tûnûsê bang li her dû terefan kir da bi hevre diyalogê deynin û weha got:

“Tûnûs, ji van bûyeran endîşa xwe radigihîne.Bê mudaxeleya derve, divê mijara xwe çareser bikin.”

Li Lîbyayê Rada yekîneya têkoşîna bi terorê û sûcan re ye û bi konseya dewletê ve girêdayiye.