Jimara kustiyan gihaye 21 ê
PeyamaKurd- Komîsyona Mafên Mirovan ya Iraqê ragihand ku li Iraqê li Bexda û bajarên din di xwepêşandanan de 21 kes jiyana xwe ji dest dane û 779 kes birîndar bûne. Xwepêşandan li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê û bajarên dinan yên başûrê Iraqê dewam dikin. Polîs bi xaza ku bandorê li çavan dike mudaxeleyê xwepêşandêran dike.
Di beyana komîsyonê de li Bexdayê 8 kes, li Misanê 6 kes, li Zikarê 6 kes û li Mesenînayê 1 kes jiyana xwe ji dest dane. Di nava kuştiyan de ji hêzên asayîşê jî mirî hene lê jimara wan nehat gotin. Di xwepêşandanan de 27 avahiyên fermî û gelek avahiyên partiyan hatine herifandin. Xwepêşandêr li bajarê Nasiriyê xwestin bikevin avahiya Asayîb Ehlilheq ku Îran wê destek dike lê ji partiyê bi çekan li xwepêşandêran dan.
Baregehên Asayîb Ehlilheq, ya Rêxistina Bedrê, Hîzbullah a Iraqê, Partiya Dawa û partiyên din yên şîa dane ber agir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin