Agirê desta Çinar û Semrexê hate kontrolkirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku agirê bi zeviyên navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê ketibû hatiye kontrolkirin.
Ji ber agirê ku duh ji nişk ve derketibû û ji ber ba û bahozê li devereke freh a 8 gundan belav bû 5 kesan canê xwe ji dest dan û 44 kes birîndar bûn.
Li gundên derdorê gelek şivan jî wenda ne û kes nizane ka sax in an mirî ne.
Karwanê agirkujiyê, makîneyên giran ên kar ber bi gundên navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê ve dikişin.
Agirê ku li gundê Kelekê dest pê kiribû, tafilê zeviya 8 gundan dabû ber xwe.
Bi hezaran donum erdê ajotî bû xwelî
Di nava 2-3 demjimêran de bi hezaran donum erdê ajotî ku zad lê hatibû çandin bû xwelî. Di encama xebatên vemirandinê de agir hate kontrolkirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê di vê karesatê de herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dan, 10 jê bi giranî 44 kes jî birîndar bûn.
Êşa mirî û birîndaran ji girî û zêmarên dayikan xwe didan der.
“Em nizanin sax e yan mirî ye”
Dayika qurbaniyekî got, “ Îsmaîl Yardimci kurê min e. Em nizanin sax e yan mirî ye. Nîşanê min nedane.”
Xizm qubaniyan - Ma qey em ne guneh in lawo bila hema teyarê avek lê bikirana. Çiyayê me şewitîn, însanên me giş mirin. Ma qey kafirstanî ye?
Xizmeke qurbaniyan got, “Ka kî ma? Giş sêwî man. Ê bê dê man, ê bê bav man, ne erdê wan ma, ne milkê wan ma.”
Xaleta qurbaniyek jî got: “Yê mirî kurê birayê min e. Şewitî yabo. Çû pêşiya agir û şewitî. Di nava agir de şewitî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin