Agirê Bazara Çelê hate tefandin

01 April 2024 10:55 0 dîtin
Agirê Bazara Çelê hate tefandin

PeyamaKurd - Hate ragihandin agirê ku vê sibê li Bazara Çelê ya Duhokê derketibû hatiye tefandin, lê belê agir 11 birîndar û zêdetirî 100 dukanên sotiyayî li dû xwe hişt.

Berdevkê berevaniya şaristanî ya Duhokê Bêwar Ebdulezîz ragihand ku di encama tefandina agirî de 11 kes ji ber rewşa wan a tendurustî nebaş bûye, ew rakirine nexweşwaneyê.

Berdevk her wiha da zanîn ku piştî tefandina agirê Bazara Çelê, xuya bûye ku ziyaneke mezin la aborî pêk hatiye û zêdetirî 100 dukanên bazarê şewitîne. 

Vê sibehê li Bazara Çelê ya parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, ji ber sedemeke nediyar agirek mezin derketibû û 20 tîmên agirkuj bi hewara şewatê ve çûbûn.