HDP: “Li ser hinek bazaran Brunson hate berdan!”
PeyamaKurd- Hevserokê HDPê Sezaî Temellî got ku Tirkiyê li hemberî Amerîkayê tawîz dan û îtîbara xwe winda kir.
Berdana Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson bû sebeba gelek nîqaşan. Ji gelek aliyan rexne hatin. Hevserokê HDPê Sezaî Temellî jî li ser biryara berdana Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson rexneyên xwe kirin. Temellî got bi hinek bazar û talîmatan Brunson hate berdan. Ev jî encameke şerê Sûriyê ye. Tirkiyê her dem tawîz dan û îtîbara xwe winda kir.
Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson bi sixuriya ji bo PKKê dihate sûcdarkirin û 35 sal hepis jê re dihate xwestin. Lê duh di celseya çaran de Brunson hate berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin