Agir bi Bazara Çelê ya Duhokê jî ket
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgeha Duhokê agir bi Bazara Çelê ya kevnar ketiye.
Hate hînbûn ku agirê bi bazarê ketiye agirekî pir mezin e û heta niha nehatiye kontrolkirin
Hate ragihandin ku 20 tîmên agirkuj ji bo agir bitefînini di nav xebateke sext de ne, lê belê şewat hîn jî didome.
Jêderan ragihandin ku hejmara dukanên ku agir bi wan ketiye ne diyar e û welatiyên sivîl ên ku çûne cihê bûyerê jî hewl didin ku bi tîmên agirkuj re bikevin nav xebata tefandina agir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin