Li ser rêya Hewlêr-Duhokê agir bi embarekê ket

14 June 2024 10:32 0 dîtin
Li ser rêya Hewlêr-Duhokê agir bi embarekê ket

PeyamaKurd – Li devera Gezne ya ser bi rêya Hewlêr-Duhokê agir bi embareke ku alavên avahîsaziyê tê de bûn derket.

Heta niha nayê zanîn ji ber çi şewat derketiye, gelek wesayîtên îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di dîmenên şewatê de tê dîtin ku gelek wesayîtên mîkserê yên betonê şewitîne.

Di nava 36 saetên dawî de ev sêyemîn şewat e li Hewlêrê.