Li rêya Hewlêr û Mexmûrê agir bi 2 tankeran ket

16 May 2020 12:07 0 dîtin
Li rêya Hewlêr û Mexmûrê agir bi 2 tankeran ket

PeyamaKurd - Li ser rêya Hewlêr û Mexmûrê agir bi 2 tankêrekê ket û ew agir heta niha nehatiye kontrolkirin.

Li gorî zanyariyên berdest, li ser rêya Hewlêr û Mexmûrê agir bi depo ango embareke sotemeniyê ket û heta niha agir nehatiye kontrol kirin.

Berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Hewlêrê Serkewt Kareş ragehand: ‘’Îro Şemiyê (16.05.2020) li Hewlêrê agir bi yek ji depo û embarên sotemeniyê ket. Tîmên me hewil didin ku wî agirî kontrol bikin lê heta niha agir nehatiye kontrolkirin.”

Her wiha Kareş got: ‘’Kesekî xelkê Berdereşê di vê şewatê de jiyana xwe ji dest daye, sê tankerên sotemeniyê û hejmarek tişt û amûr jî şewitîne.’’

Derbarê nasnameya wî kesî de ti agahî nehate dayîn.