Agir li depoyên sotemeniyê yên li ser rêya Hewlêr-Guwêrê ket

02 April 2021 11:28 0 dîtin
Agir li depoyên sotemeniyê yên li ser rêya Hewlêr-Guwêrê ket

PeyamaKurd –  Do êvarî, agir li depoyên sotemeniyê yên li ser rêya Hewlêr-Guwêrê ket û di encamê de 4 kes şewitîn.

Her çar kes, di du bûyerên agirpêketinê de şewitîn. Bûyera do êvarî Pêncşemê destpê kir û agir li depoyên sotemeniyê ket. Di encamê de, 3 kes şewitîn. Bûyera duyem jî li heman cihî çêbû û bi wê sedemê kesekî din şewitiye.

Li gor zanyariyan, di bûyera do de, agir ji encama kontakta elektrîkê çêbûye û hewzek ku nefta reş têde bûye şewitiye, ligel du dînamên veguhastina neftê.

Herwiha bûyera din di saet 1:00 serê sibê li gundê Zerdeşt û li ser rêya Guwêrê çêbûye. Bûyer ji encama birîna tankera sotemeniyê û bikaranîna amûra birînê çêbûye û tankera sotemeniyê teqiyaye û di encamê de kesek şewitiye, ku rêjeya şewitîna laşê wî ji sedî 92 ye û bi mebesta dermankirinê bo nexweşxaneyê hatiye şandin.