Du depoyên çek û cebilxaneyên li ser rêya Hewlêr-Mûsilê teqiyan

18 July 2019 10:52 0 dîtin
Du depoyên çek û cebilxaneyên li ser rêya Hewlêr-Mûsilê teqiyan

PeyamaKurd Îro pêncşemê serê sibehê du depoyên çek û teqemeniyan ên Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî li nêzîkî gumrika Hewlêrê ku dikeve ser rêya Hewlêr-Mûsilê, teqiyan, lê belê di encama wan bûyeran de ti zirarên canî çê nebûn.

Bi gotina şahidên bûyerê û li gor dîmenên vîdyoyî ku hatine belavkirin, teqîneke mezin bûye û bo demeke dirêj jî berdewam bûye. Di dîmenên vîdyoyan de derdikeve ku bihêziya dengê teqînan, li nêzîkî cihê bûyerê bûye sedema tirsa welatiyan.

Çavkaniyekî ji Fermandariya 1 a Lîwaya 1 a Nav Bajar a Zêrevaniyê ji çapemeniyê re ragihand: “Derdora saet 04:00ê îro danê sibê agir li embarên çek ket û tîmên berevaniya şaristanî û tîmên agirvemirandinê gihîştin cihê bûyerê û piştî demekê agir hate kontrolkirin.”

Derbarê sedem û zirarên teqînan de jî, heman çavkaniyê da xuyakirin: “Bûyera şewatê bi sedema şorta elektirîkê çêbûye, lê bi kêfxweşî vet i ziyanên canî di bûyeran de çênebûn.”