Serokwezîr girêdana rêya 120 metreyî ya Hewlêr û Dihokê vekir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi merasîmekê, girêdana rêya 120 metreyî ya rêya Hewlêr û zDihokê vekir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, bi merasîmekê girêdana rêya 120 metreyî ya rêya Hewlêr û Dihokê vekir.
Rêya ku dirêjahiya wê 3 kîlometre ye û frehiya wê 120 metre ye wê çûnûhatina navbera Hewlêr û Duhokê pir hêsantir bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî vekirina rê gotarekê pêşkêş kir. Serokwezîr di gotara xwe de got: “Ev proje di xizmeta hemû welatiyên Kurdistanê de ye û rêya 120 metreyî bi rêya sereke ya Hewlêr û Dihokê ve girê dide. Her wiha bi ev rê, wê ji welatiyan re hêsaniyeke mezin peyda bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di domîna axaftina xwe de destxweşiyê li kompaniya cîbicîkar a Hêmin Groupê kir û got: "Kompaniyê projeyê bi awayekî pir standard û di demek kin a rekor de temam kir. Em dikarin roj bi roj Kurdistanê ber bi pêş ve bibin û projeyên baştir bixin xizmeta welatiyan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin