Ji bo Bazara Qeyserî sîstemeke nû ya vemirandina agir tê sazkirin

28 May 2024 09:01 0 dîtin
Ji bo Bazara Qeyserî sîstemeke nû ya vemirandina agir tê sazkirin

PeyamaKurd – Alîkarê Parêzgarê Hewlêrê Mesûd Kareş ragihand ku ew ê ji bo Bazara Qeyserî ya Hewlêrê sîstemeke nû ya vemirandina agir saz bikin.

Alîkarê Parêzgar Kareş ji K24ê re diyar kir ku armanca serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Bazara Qeyserî piştgirîdayîna esnafan e.

Kareş amaje bi xebatên paqijiyê yên piştî şewatê jî kir û diyar kir ku li ser pêşniyara Serokwezîr Mesûd Barzanî, xebatên paqijiyê tavilê temam bûn.

Mesûd Kareş diyar kir ku bazar wê di bin çavdêriya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de bê restorekirin û di salên 2023 û 2024an de esnaf ji bacê bêpar bimînin.

Alîkarê Parêzgar balê kêşa ser sedemê karesata Bazara Qeyserî û diyar kir ku wê ji bo Bazara Qeyserî sîstemeke nû ya vemirandina agir bê sazkirin û got:

"Li Parka Şar wê depoyeke mezin a avê ya ku 300 metrekup av kom dike bê çêkirin. Piştre wê ji bo vemirandina agir li derdora bazarê borî bêne danîn û wê du motorên avê yên mezin bêne bikaranîn.”

Şewata ku êvara 5ê Gulanê li Bazara Qeyserî ya paytext Hewlêrê pêk hatibû, bi seferberiya tîmên berevaniya sivîl û tîmên agirkujiyê, di nava 3 demjimêran de hatibû kontrolkirin.

Parêzgariya Hewlêrê ragihandibû ku di encama şewatê de 227 dikan û 7 depoyên piçûk ziyanê dîtine.