Li Portekîzê helîkoptera ku ji vemirandina agir dadigeriya ket: 2 mirî û 3 kes wenda ne

30 August 2024 22:11 0 dîtin
Li Portekîzê helîkoptera ku ji vemirandina agir dadigeriya ket: 2 mirî û 3 kes wenda ne

PeyamaKurd – Li welatê Portekîzê li bakûrê wê helîkoptera ku ji vemirandina agişr dadgeriya, ket ava çemê Douro. Di helîkopterê de 5 kes ji tîma alîkariyê û parastina lezgîn hebûn, 2 kes ji wan mirin û 3 kes ji wan wenda ne. Pîlotê helîkopterê bi saxî hat rizgarkirin.

Rayedar ragihandin ku hestiyê çîmê pîlot şikestiye û ji ber wê di nexweşxanê de tê dermankirin.

Fermandarê lÎmana Douro Rui Silva Lampreia li ser mijarê got:

“Em li dora helîkopterê û li peravan, di bin avê de lêgerînê dikin. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.”