Li 4 bajarê Tirkiyê ji bo vemirandina agirên daristanan xebat dewam dikin

15 August 2024 23:07 0 dîtin
Li 4 bajarê Tirkiyê ji bo vemirandina agirên daristanan xebat dewam dikin

PeyamaKurd – Ji ber germa havînê û bêheziriya hemwelatiyan, li 4 bajarên Tirkiyê agir bi daristanan ket û li hinek deveran agir giha heya jîngehan û ciyên dîrokî.

Xebera şewata daristanan ji bajarên Çanakkale, Manisa, Bolu û Çorumê ket ser çapemeniya Tirkiyê. Di şewata daristanên li Boluyê de, 281 kes hatin tehliyekirin.

Li Çanakkale li navça Eceabatê, li bajarê Boluyê li navça Göynükê, li bajarê Manisayê li navça Gördesê û li bajarê Çorumê li navça Dodurgayê ji bo agir vemirînin ji bejahiyê û ji hewa de xebatên vemirandina agir dewam dikin.

Ji bo vemirandina agirê her 4 bajaran, 14 balafir, 31 helîkopter, 265 alavên bejayiyê û 1423 xebatkar xebatê dikin.