Îspanya bo vemirandina agirên daristanan 3 balafir sand Tirkiyê
PeyamaKurd – Bo alîkariya vemirandina şewatên daristanan yên li Tirkiyê bikin dewleta Îspanyayê 3 balafiran şand Tirkiyê. Her 3 balafir gihane balafirgeha Dalamanê. Tîma lezgîn ya Îspanyayê plana xwe çêkir û berê xwe da Köyceğizê.
Balyozxana Îspanyayê ya Ankarayê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku her 2 balafirên wan yên tîpa CL 415 û balafireka neqliyê ya C-295 gihane balafirxana Dalamanê. Di nav tîma Îspanyolan de 8 pîlot û 25 xebatkarên leşkerî yên pispor hene. Bi Tirkiyê re di nav hevkariyê de palana xwe çêkirine û berê xwe dane nav xebatê vemirandina agir yên li Köyceğizê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin