Li Îtalyayê di dema vemirandina agir de balafir ket xwarê: 2 balafirvanan can dan
PeyamaKurd – Li Îtalyayê di dema vemirandina agir de balafira vemirandina şewatê ya tîpa Canadaîr CL-415 di herêmeke çiyayî de ket xwarê û di encama bûyerê de 2 balafirvanan can dan.
Li gor zanyariyan, li Îtalyayê balafira vemirandina şewatê ya bi tîpa Canadaîr CL-415 li derdorê çiyayê volkanîk ê Etna yê li girava Sîcîlya, di dema midaxila agirê li daristanekê de ket xwarê.
Hat ragihandin ku di encama lêgerîn û rizgarkirinê ya li cîhê bûyerê de termê 2 balafirvanan hatine dîtin.
Herwiha di dîmenên ku di heman demê de hatine kêşandin de diyar dibe ku baskê rastê yê balafirê piştî ku ji bo vemirandina agir dadikeve û di wê demê de li çiya dikeve, pişt re dikeve xwarê û agir digrê.
Hat eşkerekirin, heta niha sedema pêkhatina bûyerê nehatiye zanîn û herwiha lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin