Rûsya 11 balafirên vemirandina agir disîne Tirkiyê
PeyamaKurd – Piştî telefona serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bo serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir, wezareta rewşên lezgîn ya Rûsyayê ragihand ku dê bo vemirandina agir 11 alavên hewayî bişîne Tirkiye.
Ji roja şewata daristanan li Tirkiyê destpêkiriye û heya niha Rûsya bi 5 balafir û 3 helîkopterên vemirandina agir şandibû Tirkiyê û niha 11 alavên din jî dişîne.
Putin ragihand ku bo vemirandina agir dê desteka Rûsyayê bo Tirkiyê dewam bike û Erdoğan jî sipasiya Putin kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin