Helîkoptera vemirandina agir ket: 2 kes wenda ne
PeyamaKurd – Li Girava Dîsamê ya Yûnanistanê helîkoptera Mi-8 di wexta vemirandina agir de ket deryayê û ji 4 kesên di helîkopterê de bûn, 2 ji wan wenda ne. Helîkopter bi wexta Yûnanistanê siet di 16.39 an de bi hewa ketiye û di 17.55 an de bi helîkopterê re pêwendî hatiye birîn.
Hat ragihandin ku di helîkopterê de 1 Yûnan, 2 Maldovî, 1 Romenî bi temamî 4 kes hebûne. 2 ji wan sax rizgar bûne û 2 ji muretebatan wenda ne.
Hêzên ewlehiya peravê û hêzên hewayî yên Yûnan bi 2 heb dronan û bi helîkopteran li kesên wenda digerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin