Navça Foça ya gestûguzariyê di nav dûmana agir de wenda bû

05 October 2024 19:55 0 dîtin
Navça Foça ya gestûguzariyê di nav dûmana agir de wenda bû

PeyamaKurd – Li navça Foça ya bi ser bajarê Îzmîrê li taxa Yenifoçayê, di seha gilêşê de şewat derket û agir avêt daristanê. Agir, giha ciyê ku xanî lê ne û 32 xanî hatin valakirin.

Li ser agahdarkirina rêvebiriya daristanan, 9 balafir, 2 helîkopter, 30 arazoz, 6 alavên îkmala avê, 5 buldozer û 8 tîmên xebata bejayiyê hatin wezîfedarkirin. Her weha wezareta bergiriyê (MSB) 2 helîkopteran şand ciyê bûyerê.

Ji bo şewat zêde li xaniyan an ku li jîneghê bandorê neke, ewilî li ber xaniyan tedbîr hatin sitendin. Şewat qismen xistine bin kontrolê.